Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 1339  kes mirin û hejmara mirîyan 10 hezar û 993 kesan.

Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins  ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye li ser 368 hezar û 449 kesan û bi mirina 1339  kesên din hejmara mirîyan jî derket 10 hezar û 993 kesan.

Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)