Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 1340  kes mirin û hejmara mirîyan 8 hezar û 503 kesan.

Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins  ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye li ser 312 hezar  kesan û bi mirina 1340  kesên din hejmara mirîyan jî derket 8 hezar û 503 kesan

Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)