Di daxuyanîya ku ji teref Twîtterê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin;  di bergeha xebatên operasyonên agahîyê yên ku bi piştevanîya dewletê dihatin kirin de gelek hisabên ku ji Misir, Siûd, Endonezya, Honduras û Sirbistanê dihatin îdarekirin hatin jêbirin.

Di berdewama daxuyanîyê hat diyarkirin di bergaha xebatên ku hatin kirin de 7 hezar û 891 hisabên ku Tirkîyê  hedef digirtin jî hatin  jêbirin.(ÎLKHA)