Duterte di daxuyanîya ku di televzîyonê da de destnîşan kir, rayedar hewl didin belavbûna şobê bidin sekinandin û pergala tenduristîyê ya ku ber bi hilweşînê ve diçe rizgar bikin ku divê hemû kes di malên xwe de bin û di malê de tevdîrên xwe yên karantînayê bistînin ku ev yek gelek zêde muhîm e.

Duterte di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rewşa li welêt ber bi nebaşbûnê ve diçe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo leşker û polêsan fermana min ev e. Ger problemek hebe, ger tiştekî ku canê însanan têxe xeterê hebe wan bikujin. We fam kir? Bikujin…”(ÎLKHA)