Derbarê mijarê de ji teref Navenda Qeyranê ya Belçîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 183 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest  dan derket 1011 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketine hezar û 384 kes zêde bû û derket 15 hezar û 348 kesan.(ÎLKHA)