Rayedaran destnîşan kirin, ji ber lehîyên ku rabûn zêdetirî 100 hezar kes bi şikleke menfî tesîrdar bûn.

Bi hezaran kesên ku malên wan di bin avê de man û zirar dîtin ji herêmê hatin derxistin.

Li Parêzgeha Nusa Tenggaraya Rojhilat  di mezinahîya 5.5an de erdhejek pêk hat.

Li gorî tespîtên ewil tiştek bi serê tu kesî nehat û ji ber erdhejê hişyarîya tsunamîyê nehat dayîn.(ÎLKHA)