Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh derdora seat 15.00an de li çewlikekê şewat derket û bi tesîra ba şewat belavî herêma daristanî bû.

Bi 140 wesayîtên îtfaîyevanan, 4 helîkopter û 900 îtfaîyevanî midaxele li şewatê hat kirin. Ji herêma ku lê şewat derket hezar û 200 kes hatin tahlîyekirin.

Ji ber ku ba berê xwe ji nişka ve guherand 18 îtfaîyeban û karkerekî daristanê yê ku ji wan re rêbertî dikin di nav êgir de mahsûr man û canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)