Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji teref Serokatîya Daîreya Micadeleya Bi Sûcên Organîze û Qaçaxvanîyê ya Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê ve li dijî wan kesên ku micadeleya bi Coronavîrusê re ji xwe re kirin fersend û malên di destên xwe de bi bûhayeke zêde difiroşin operasyon hatin lidarxistin.

Di encama 105 operasyonên ku di navbera 09-28ê Adarê de li 30 bajarî hatin lidarxistin de gelek zêde maske, dezenfektan, lepik, kolonya, îzopropîl, maddeya kîmyasal û qumaşa ku jê maske tê çêkirin hat bidestxistin û 160 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)