Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin

Jerome Salomon di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 291 kes mirin û hejmara kesên ku ji şobê mirin derket 2 hezar û 606 kesan.

Salomon di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hejmara kesên ku bi şobê ketine li Fransayê derket 19 hezarû 354  kesan ku ji van rewşa 4 hezar û 832 kesan giran e.(ÎLKHA)