Dr. Ramanan Laxminarayanê ku ji Bankaya Cîhanê û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê re şewirmendîyê dike destnîşan kir, ger li Hindistanê li dijî Coronavîrusê tedbîrên pêwîst neyên standin ew ê ji sedî 60ê nifûsê tesîrdar bibe, ango ew ê 800 milyon kes bi vîrusê bikeve.

Berî vê çendakî rayedarên Hindistanê ji ber Coronavîrusê qedexeya derketina derve ya ku dê 21 rojan berdewam bike îlan kiribûn.(ÎLKHA)