Angelo Borrellîyê Midûrê Giştî yê Parastina Sîwîl derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek da.

Borrellî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan li Îtalyayê derket 8 hezar û 165 kesan û heta niha bi 80 hezar û 539 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)