Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê li cîhanê belavbûna xwe ya didomîne. Heta niha zêdetirî bi 400 hezar kesan re vîrus hat tespîtkirin û 18 hezar kes jî ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.
Li Hindistana ku nufusa wê 1.3 milyar e ji ber vîrusê heta 21 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin ku bi vê îlanê li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber vîrusê hatin xistin karantînayê derketin 3 milyaran.
Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Her parêzgeh, herêm, bajara, gund û gundik di bergeha vê qedexeyê de ye.”
Tê diyarkirin ew ê Modî rewşa awarte îlan bike û artêşê daxe kolanan.(ÎLKHA)