Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 500 kesên din jî ji ber corona vîrusê mirin û canê xwe ji dest dan ku bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê li Îspanyayê mirin derket 2 hezar û 694 kesan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku bi wan re corona vîrus hat tespîtkirin jî derket 33 hezar û 89 kesan ku ji van 5 hezar û 400 kes xebatkarên tenduristîyê ne.(ÎLKHA)