Martîn Grîffîthê Temsîlkarê Taybet ê Yemênê yê Neteweyên Yekbûyî berî niha bi daxuyanîya ku belav kiribû ji ber corona vîrusê bang serbestberdana êsîran li terefên li Yemenê kiribû.

Muhammed el-Hadramîyê  Wezîrê Karên Derve yê Yemenê derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û got “Em ji ber banga ku hatiye kirin kêfxweş in. Ger hareketa Ensarullah li gorî peymanê hereket bike hikûmet jî ji bo vê yekê amade ye.”(ÎLKHA)