Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 324 kesên din jî ji ber corona vîrusê mirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Hejmara kesên ku bi corona vîrusê ketin derket 24 hezar û 326 kesan û bi mirina 324 kesan hejmara mirîyan derket hezar û 326 kesan.”(ÎLKHA)