Lothar Wielerê Serokê Enstîtuya Robert Koch derheqê geşedanên dawî yên corona vîrûsê yên li Almanyayê de daxuyanîyek da û balan kişand li ser rêjeya zêdebûna corona vîrusê.

Wieler di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Em hêj di asta destpêkê  ya şobê de ne” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê hejmara kesên ku dê bi corona vîrusê bikevin zêde bibin, divê nexweşxanê ji bo vê yekê amadehîyan bikin.Heta niha 31 kes mirin, lê dibe ku ev hejmar zêde bibe. Lewra em hêj di asta destpêkê  ya şobê de ne.”

Serowezîra Almanyayê Angele Merkel di daxuyanîya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû “Ew ê li Almanyayê ji sedî 60 û 70yê însanan bi corona vîrusê bikevin.”(ÎLKHA)