Li Ewrûpaya ku bûye navenda belavbûna corona vîrusê her ku diçe hejmara kesên ku dimirin zêde dibe. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 169 kesan û heta niha bi 19 hezar û 980 kesan re jî corona vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)