Kîyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Îranê derbarê geşedanên dawî yên derheqê corona vîrusê de daxuyanîyek belav kir.
Cîhanpur di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li Îranê serê 10 deqîqeyan carekê kesek canê xwe ji dest dide û serê seatekê carekê jî 50 kes bi corona vîrusê dikevin.”
Cîhanpur di berdewama daxuyanîya xwe hişyarî li welatîyan kir da ku di betlaneya Newrozê de dernekevin rêwîtîya tatîlê.
Li Îranê ji ber corona vîrusê heta niha 1135 kes canê xwe ji dest dan û 17 hezar û 361 kes jî bir corona vîrusê ketin.(ÎLKHA)