Li Îtalyayê di 24 seatên dawî de 475 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 978 kesan.

Li Îngîlterê jî ji ber vîrusê hejmara mîrîyan derket 104 kesan. Heta qerareke din mekteb tev hatin tatîlkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îspanyayê heta niha 13 hezar û 700 kes bi coronayê ketin û 588 kes jî mirin.

Her wisa li welatên din jî ji ber corona vîrusê tedbîr tên standin da ku vîrus belav nebe.(ÎLKHA)