Qeza derdora seat 21.00an de  li Bulvara Omer Halîs Demîr a Taxa Karacaahmeta Şehîtkamîlê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 27 ABS 794 a ku ajokarê wê Emre Duran bû ji ber ku ajokar hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir li du wesayîtan qelibî û dû re qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 20 kes birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)