Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Tirkîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Di encama xebatên îqnayê yên ku ji teref Midûrîtya Şubeya TEMê û Îstîxbarata Ewlehîya Agirî de Remeza Guçerê bi kodnavê Tolhildan Azad ê ku di sala 2010an de beşdarî rêxistina terorê bûbû teslîm bû. Bi vî awayî hejmara PKKyîyên ku bi rêya îqnayê teslîm bûn derket 63yan.”(ÎLKHA)