Serokwezîrên parêzgehên Gallera Başûr a Nû, Queensland û Vîctorîayê jî destnîşan kirin, ew ê ji kesên ku li gorî şert û mercên ku hatine diyarkirin hereket nekin re cezaya pereyan û hepsê bê dayîn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê ji kesên ku li gorî şert û mercên karantînayê  hereket nekin re ji 11 hezar dolaran heta 20 hezar dolaran cezaya pereyan û heta 6 mehan cezaya hepsê bê dayîn.

Li Avustralyayê heta niha 5 kes ji ber corona vîrusê mirin û bi 313 kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)