Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin li Silêmanîyeya Kurdistana Başûr bi 7 kesên din re jî corona vîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 6 kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin nasên wî melayê ku canê xwe ji ber coronayê canê xwe ji dest daye ne.
Hat diyarkirin kesê din jî kesekî ku ji Îtalyayê vegerîya ye.
Digel van hejmarên dawî hejmara kesên ku li Kurdistana Başûr bi corona vîrusê ketin derket 27an.
Heta niha kesekî ku bi vîrusê ket canê xwe ji dest da û kesek jî baş bû.(ÎLKHA)