Ji teref Lijneya Bilind ê Karên Diyanetê ve derheqê corona vîrus û nimêja înê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Li temamê welatên ku lê corona vîrus heye ew kesên ku ji bo wan rîska bi corona vîrusê ketinê zêde ye dikarin ji dêla nimêja înê ve li malê nimêja nîvro bikin. Ew kesên ku bi coronayê ketine an jî ji wan tê şiphekirin ne caiz e ku biçin nimêja înê û cihên qelebalix.”(ÎLKHA)