Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha kanûnê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha kanûnê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,2 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 13,7an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha kanûna  sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 92 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 394 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha kanûnê de li gor heman meha sala borî 3 hezar kes kêm bû û daket 27 milyon û 658 hezar kesan.(ÎLKHA)