Li Kerborana navçeya Mêrdînê otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de  6 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 06 DN 3332 û otomobîla bi plaqeya 71 AAP 086 li ser Rêbeja Midyad-Kerboranê  li hev qelibîn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)