Di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên li Îdlîbê,meseleya penaberan û mijarên herêmî hatin nirxandin.

Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir Yekîtîya Ewrûpayê di warê penaberên ku koçî Ewrûpayê dikin de mecbûr e ku riayetî berpirsiyarîyên navneteweyî bike û dû re wiha got “Bi girtina sînoran Ewrûpa  nikare wê mesûlîyeta ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de derdikeve holê ji ser milên xwe bavêje.”(ÎLKHA)