Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama şewata ku derket de 4 jê zarok, 3 jê pîrek tevde 10 kes canê xwe ji dest dan û 14 jê giran 57 kes birîndar bûn.

Kesên ku di şewatê de canê xwe ji dest dan û birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin  Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  şewata ku li herêma Kampa Penaberan a Nusayratê ji ber xazê pêk hat.(ÎLKHA)