Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê bi kêfxweşî Abbas pêşîwaz bikin û ew ji bo hevdîtina bi wî re amade ne. Henîyye dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Heta ku yekîtîya fikra neteweyî neyê sazkirin ew ê siyonîst her roj êrîş li axên Filistînîyan û gelê Filistînê bikin.”

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir projeya “Peymana Sedsalê” ji bo meseleya Filistînê xetereyeke mezin e.(ÎLKHA)