Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di 24 seatên dawî de 31 kesên jî ji ber vîrusê mirin,  bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2 hezar û 945 kesan.

Li Çînê hejmara kesên ku bi wan re coronavîrus hatiye tespîtkirin derket 80 hezar û 151 kesan ku jki van  rewşa  6 hezar û 806 kesan giran e.

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê heta niha li 40 bajaran hat dîtin. Piştî Çînê welatê ku herî zêde ji coronavîrusê tesîrdar bû Îran e. Li Îranê heta niha 66  kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)