Alîriza Reîsîyê Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Reîsî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 66an û zêdetirî 1500 kesan jî bi coronavîrusê ketin.Heta niha 291 kesên ku bi coronavîrusê ketibûn ji xestê hatin derxistin.(ÎLKHA)