Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin hejmara kesên ku hatine xistin bin muşahedê daket 46 hezar û 219 kesan û heta niha 44 hezar û 462 kes ji xestê hatin derxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin coronavîrus heta niha li 50 welatan hat dîtin û zêdetirî 3 hezar kes ji coronavîrusê mirin.

Piştî Çînê welatê ku herî zêde mirin ji ber coronavîrusê pêk hatin Îran e. Li Îranê heta niha 66 kes mirin.(ÎLKHA)