Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve ji ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; rejîma Sûrîyê êrîşa asîmanî bir li ser leşkeran û di encama vê êrîşê de li Îdlîbê 2 leşker canê xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, bersiv hatiye dayîn êrîşa rejîmê û 114 hêmanên rejîmê hatin bêtesîrkirin.(ÎLKHA)