Dayika Nebahat dergûşa pitika xwe ya 9 mehî hembêz kir kir û lorand, cil û bergên ku ji enqaza malê hatin derxistin bêhn kir û rondikan barand.

Nebahat di berdewama daxuyanîya xwe de wiha axivî: “Dema ku erdhej çêbû ez li derva bûm û min cilan radixist.Di nav bêçarîyê de min li zarokên xwe yên ku di bin enqazê de man mêze dikir. Dema ku dayika min rehmet kir psîkolojîya min xera bû. 4 qîzên min di yurda dewletê de dimînin. Ez dixwazim ku qîzên min bidin min. Êdî  ez nikarim sebir bikim.Ger zarokên min nedin min êdî ez ê qehir bibimç Zilamê min û 4 zarokên min di erdhejê de mirin. Hembêza min û hêlîna min vala ma. Dergûşa pitika min vala ma. Ez bêkes û bêçare mam.”(ÎLKHA)