Di hevdîtina ku hat kirin de Henîye destnîşan kir ew li dijî wê plana şer a ku bi navê “Peymana Sedsalê” de bê tetbîqkirin li ber xwe didin û ji ber ku Misliman pêkve hereket nakin ev plan tê xwestin bê sepandin.

Henîye di berdewama axavtina xwe de diyar kir, her çi dibe bila bibe ew ê berxwedana li Filistînê ji ya her car bi hêz û qewettir be û di wan qonaxên pêşîya me de stratejîya wan bes bi parastinê sînordar nebe û dû re wiha got: “Ji ber ku alema Îslamê ji plana şer a Amerîkayê re bertek nîşan da em kêfxweş in. Ew mîtîng û xwepêşanên ku li Tirkîyê hatin lidarxistin ji bo gelê Filistînê bi qedr û qiymet in.Em ji gelê Tirkîyê û hikûmeta wê re teşekkur dikin.”(ÎLKHA)