Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Otogara Navendî ya Şaredarîya Bajara Mezin a Edenê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera 2 koman de pevçûn derket.

Di pevçûna ku derket de 3 kesên bi navê Z.A., F.A,  û B.Î. birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa B.Î. giran e.(ÎLKHA)