Di dîmenên ku hatin girtin de tê dîtin Xatîce K.ya ku li Dibistana Destpêkê Sadettin Batmazoğluya li Şehîtkamîla Entabê mamostetîya bi peyman dikir li xwendekarên xwe dide.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Entabê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama lêkolîn û tehqîqatên ku hatin kirin de mamosteya ku li xwendekaran dida ji wezîfê hat girtin.(ÎLKHA)