Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin dermankirina 58 hezar û 16 nexweşên ku bi coronavîrusê ketine li nexweşxanê berdewam dike û rewşa 11 hezar û 977 kes giran e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 560 hezar û 901 kes ji bin çavdêrîyê derbas bûne û hêj 135 hezar û 881 kes di bin çavdêrîyê de ne.(ÎLKHA)