Di hevdîtina ku hat kirin de Barzanî derheqê Kurdên ku li Kurdistana Sûrîyê dijîn de destnîşan kir “Divê gelê Kurd li Sûriyê rastî çarenivîseke windayî nebe.

Hevdîtin li Selahaddîn pêk hat. Digel James Jeffreyê Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Karûbarê Sûriyê lijneyek jî pê re di hevdîtinê  amade bû.

Di hevdîtina ku hat kirin de Barzanî destnîşan kir “Pêwîst e li her rewşek de rê li wê yekê bê girtin gelê Kurd li Sûriye rastî girift û çarenivîseke windayî bibe û nabê bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye çê bide.”

Di berdewama hevdîtinê de pêwendîyên Herêma Kurdistan û Amerîka jî hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)