Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehîyê û Pêwendîyên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê Josep Borrell derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Borrell di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, Wezaretên Karên Derve yên Neteweyên Yekbûyî lihevkirin ku ji bo astengkirina penaberan û kontrolkirina ambargoya çekan a ku li hember Lîbyayê tê sepandin hêza behrê ji bo Behra Spî bê şandin. Borrell dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi rastî jî berî niha li gorî min ev lihevkirin ne mimkûn bû, lê belê me li hev kir. Li cihê ku lê îradeya siyasî hebe tiştek ne bêîmkan e.”(ÎLKHA)