Di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên herî dawî yên li Sûrîyê, çareserîya qeyrana Sûrîyê, tesîskirin îstîqrarê û dawî anîna li şer hat nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşna kir “Ez ê hewldanên xwe yên anîna ba hev a Kurdên Sûrîyê bidomînim” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo di nav Kurdan de yekîtî çêbibe çi gav bên avêtin ez ê destekê bidim wan.”

Di hevdîtina ku hat kirin de her wisa geşedanên li Iraqê, xebatên hikûmeta nû ya ku li Bexdayê bê damezrandin û pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nirxandin.(ÎLKHA)