Sîwîlên ku rejîm û Rûsya êrîşî wan dikin ji naçarî ber bi sînora Tirkîye-Sûrîyê ve koç dikin.

Li gorî Çavdêrxaneya  Mafên Însanan a Sûrîyê ji 24ê Çileyê vir ve ji ber êrîşên rejîmê 380 hezar sîwîl ji warên xwe bûn.

Ji meha berfanbara sala 2019an vir ve jî hejmara penaberên ku ji Îdlîb û Helebê koç kirin milyonekî derbas kir.

Kesên ku ji ber êrîşan koç dikin li herêmên Dana û Sarmadayê hewl didin bijîn.(ÎLKHA)