Doh Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di çarçoveya Konferasa Asayişê ya Munchenê de civiyan û di wê hevdîtinê de her dû alîyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirin, bi taybetî jî peywendiyên bazirganî.
Di hevdîtina ku hat kirin de her wiha her dû aliyan gotûbêj kirin li ser guhartin û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û tekez jî kirin li ser hevahengiya zêdetir ji bo arambûna rewşa Iraqê.(ÎLKHA)