Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê  li Munîha Almanyayê beşdarî  Konferansa Ewlehîyê ya Munîh a 56emîn bû û li wê derê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir.

Çavuşoglu derheqê hevdîtina ku di navbera wan de hat kirin de nirxandinan kir û destnîşan kir “Me ji wan re got ku, divê êrîşkarîya li Îdlîbê bê sekinandin û agirbesteke mayînde bê tesîskirin.”

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Konferansa Ewlehîyê ya Munîh a 56emîn biya min gelekî watedar e. Rewşa li Îdlîbê hemû kesî bi fikar dike.”(ÎLKHA)