Li gorî daxuyanîya ku ji teref KDP.Înfo ve hatiye belavkirin doh Serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Selahaddîna parêzgeha Kurdistanê bi 15 Parêzgarên Iraqê re hevdîtin kir, çend wezîr jî beşdarî civînê vûb.Di hevdîtina ku hat kirin de alozî û rageşîyên dawî yên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hatiye belavkirin di civîmê de şanda mêvan pesnê rola dîrokî ya Serok Barzanî dan û ji bilî wê yekê behsa qeyrana niha ya Iraqê kirin û daxwaz kirin ku Serok Barzanî roleke xwe ya bi bandor di çareserkirina kêşeyên Iraqê û vegerandina aramî û hêviya Iraqê de bibîne.(ÎLKHA)