Mahkemeya Cezayê ya Navneteweyî ya li Laheyê ji Ratko Mladîçê Generalê Sipr ê ku bi navê “Qasabê Bosna” dihat nasîn re ji ber sûca kirina jenosîd û qirkirinê cezaya hepsa muebbet dabû.

Mladîç di Herba Bosnayê ya ku di sala 1992yan de dest pê kiribû û 3 salan berdewam kiribû de fermana kuştina bi hezarana însanî, îşxalkirina wargehan, destdirêjkirina pîrekan, kuştina zarokan û hilweşandina mekanên dînî dabû.(ÎLKHA)