Yekşema borî ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê ji bo Qudsê mîtîngeke bi navê “Quds A Me Ye” hat tertîpkirin û HUDA PARê jî destekê da vê mîtîngê. Mîthad  Haddad û Recep el-Bennayê endamên Meclîsa Şûrayê yên Îxwanê jî beşdarî vê mîtîngê bûn.

Piştî mîtînga ku hat kirin re Mîthad  Haddad û Recep el-Bennayê endamên Meclîsa Şûrayê yên Îxwanê çûn serdana Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam.

Saglam mêvanên ku hatin ziyareta wî li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê qebûl kir. Di ziyareta ku hat kirin de ji plana îşxalê ya Amerîka û siyonîstan re bertek hat nîşandan û hat diyarkirin ji pêşkêşkirina Qudsê ji bo siyonîstan re pêwîst e Misliman bêdeng nemînin û destûrê nedin.

Di hevdîtina ku hat kirin de  meseleya Qudsê hat nirxandin û qala wan mîtîngên ku li Diyarbekir, Stenbol û Sakaryayê hat tertîpkirin hat kirin û hat diyarkirin ji bo Qudsê çi ji destên Mislimanan tê divê bikin.

Mîthad  Haddad û Recep el-Bennayê endamên Meclîsa Şûrayê yên Îxwanê ji ber ku ji wan re mazûvantî hat kirin ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Saglam re teşekkur kirin. Saglam jî ji ber ziyareta ku kirine ji wan re teşekkur kir û pêkve sûret girtin.(ÎLKHA)