Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Rewşa li Îdlîbê gelek zêde bi fikar e. Divê rejîma Sûrîyê û Rûsya dawî li êrîşên xwe bînin.”

Stoltenberg di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Em êrîşa li Îdlîbê şermezar dikin. Em bang li Rûsya û rejîma Esed dikin da ku demildest dawî li êrîşan bê anîn. Lewra Moskova destekê dide rejîmê. Ew êrîşa divê demildest bên sekinandin. Ji ber êrîşên ku tên kirin qeyrana însanî derketiye holê.”(ÎLKHA)