Bi dehhezaran kesên ku berî mîtîng dest pê bike hatin qada mîtîngê tekbîran avêtin û dirûşmeyên mîna “Bila Amerîka û îsraîl bicehimin, qehir bibin” avêtin.

Mîtînga ku bi merşan dest pê kir bi axavtina silavdayînê ya Serokê Bajara Sakaryayê ya Yenîden Refah Partîsî Hasan Çakir berdewam kir.

Piştî axavtina silavdayînê Koma Umûd merşên derheqê Qudsê de bilêvkirin.

Abdulhamîd Kayihan Osmanoglu, Temsîlkarê Hamasê yê Tirkîyê Samî Ebû Zuhrî, Fead Mustafayê Sefîrê Filistînê û Serokê Giştî yê Partîye Yenîden Refah û gelek mêvanên ji Tirkîyê û deveyî Tirkîyê beşdarî mîtîngê bûn.(ÎLKHA)