Li Qada Îstasyona Diyarbekirê bi hezaran kes kom bûn da ku plana şer û îşxalê ya ku ji teref Trumpê terorîst û îşxalker ve hat daxuyandin telîn bikin. Mîtînga ku bi hezarana kes beşdarî bûn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve tê tertîpkirin.

Mîtînga ku ji bo Qudsê tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina silavdayînê ya mêvanên ku ji derveyî welêt beşdarî mîtîngê bûne berdewam kir.

Di mîtînga ku tê lidarxistin de kesên beşdarvan bênavber tekbîran avêtin û lenet li Amerîkayê îşxalker û siyonîstên terorîst anîn.

Mîthad Haddadê Endamê Meclîsa Şurayê yê Îxwanê,  Recep El-Bennayê Endamê Meclîsa Şurayê yê Îxwanê, Eşref Tewfîqê Rayedarê Cemaata Îslamê yê Misirê, Xalid Xawanmayê Rayedarê Cîhada Îslamî yê Filistînê û Abdulmut’î Zaqquyê Berpirsê Pêwendîyên Karên Derve yê Hamasê  beşdarî mîtîngê bûn û axavtina silavdayînê kir.

Mêvanên ku ji Misir û Filistînê hatin û beşdarî mîtîngê bûn destnîşan kirin, me silavên zarokên Filistînî ji we re anî, Quds axa Filistînê ye, Quds paytexta Filistînîyan e, em wek Îxwanul Muslîmîn digel we dibêjin ku em vê peymana îxanetê qebûl nakin.(ÎLKHA)